44 sal beriya niha ji aliyê rejîma Sedam ve hatine genocidekirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê derbarê salvegera genocide kirina Kurdê Feyilî de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro bîranîna biêş ya 44 saliya genocide kirina Kurdên Feyiliye ku, di encama pêngaveke hovaneya rejîma berê ya Îraqê de jiber Kurdbûn û piştîvanî kirin ji şoreşa Kurdistanê rastî kuştin, girtin, der kirin, wendakirin û lê wergirtina saman, mal û nasnameya xwe hatin.
Di vê bîranîna han de daxwaz ji hikûmeta federalî ya Îraqê dikin daku, li gor biryara dadgeha bilind ya tawanan ya Îraqê ku, ev tawana han bi genocide nas kiriye, Kurdên Feyilî di her warî de qerebû bike, nasname û milik û malên wan bo wan vegerîne û kêşeyên wan çareser bike û bo vê yekê jî em di hewlên berdewam dene û tişta pêwîst bê emê bikin.
Genocide Kurdên Feyilî û tevahiya hewlên ji navbirinê ku, derheq bi gelê Kurdistanê di dîroka reş ya derbasbûyî ya tîje ji şaştî ya Îraqê bûne sedema karesat û aloziyan li Îraqê de, lazime rabirdû bo tevahiya me bibe ezmûnek û wane jê bo pêşerojeke baş li ser esasê bihevre bûn û hev û du qebûl kirin li Îraqê, werbigirin.
Silav bo rihê paqêj ya şehîdên Kurdên Feyilî û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin