5 pasdarên Îranî hatine kuştin

çend xalên spaha Pasdaran hatine kontrolkirin.
کوردستان TV
100%

Li başûrê Îranî êrîşî ser spaha Pasdaran hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Îranî îşev li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li Başûrê Îranê, endamên tevgera Ceyiş El Edil (spaha dad) êrîşî spaha Pasdaran ya Îranê kiriye.

Çapemeniya Îranî ragihandiye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 5 pasdar hatine kuştin û çend pasdarên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve jêderên nafermî jî qala vê yekê dikin ku, endamên ceyiş El Eld çend xalên spaha Pasdaran xistiye bin kontrola xwe lê Îran heta niha li ser vê mijarê tiştek negotiye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.