Îran: Îsraîl bi F35 an êrîş pêk aniye.

dibêje gelek dîplomat û şêwirmendên leşkerî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Balyozê Îranê yê li Sûriyeyê qala êrîşa ser Konsulusxaneya Îranê dike.

Piştî êrîşa duhê bişev ya Îsraîlê bo ser Konsulusxaneya Îranê ya li Dîmeşqê, îro balyozê Îranê yê li Sûriyeyê Husên Ekberî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Husên Ekberî ragihandiye ku, duhê êvarê Îsraîl bi balefirên cengî yên F35 û 6 hajekan êrîşî ser bînaya Konsulusxaneya Îranê kiriye û di encama êrîşa han de ji bilî du Fermandarên mezin yên spaha Qudis  hevdem gelek dîplomat û şêwirmendên leşkerî yên Îranî jî hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve hin çavkanî qala vê yekê dikin ku, goman li ser balyozê Îranê hene jiber dema ku, balyoz ji bînayê derketiye êrîş pêk hatiye lê balyoz dibêje ez jî di nava bînayê de bûme dema êrîş pêk hatiye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.