Serokê herêmê peyamek bo partiya komonîst ya Îraqê şand

dibêje rol û xebata wan bilind dinirxînin.
کوردستان TV
100%

Salvegera damezrandina vê partiyê pîroz dike.

Îro yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina partiya komonîst ya Îraqê peyameke pîrozbayî pêşkêşî vê partiya han kir.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de pîrozbayî li Serokatiya her du partiyên komonîst ya Îraq û Kurdistanê dike û hêviya pêşveçûn û serkeftinê jî bo wan xestiye.

Nêçîrvan Barzanî di peyema xwe de nivîsandiye ku, di vê bîranîna han de bi rêzdarî ve li xebat û têkoşîna her du partiyên komonîst yên Îraq û Kurdistanê dinirin û herwiha bi rêzdarî ve tevahiya têkoşerên wan dikin ku, temena xwe bo xebatê xemilandine.

Barzanî di dawiya peyama xwe de silav bo rihê şehîdên partiya komonîst û tevahiya şehîdên Kurdistanê şandiye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.