Serokê herêmê û balyoza Amerîkayê civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romansky civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û navxweyî ya Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, mijara hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û têkiliyên Amerîkayê yên li gel Kurdistan û Îraqê de hate kirin.

Her du alî nêrîên xwe yên derbarê girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de, têbînî û dilgiraniyên aliyan de anîn ziman û tekez li ser çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê û parastina mafên tevahiya aliyan kir.

Metirsî û gefên terorê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş babetên din yên vê civînê bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.