Îro li Pîrmamê civiyan.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romansky kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraq û deverê de hate kirin û nîqaş derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û derbarê vê daxuyaniya partiya demorkata Kurdistanê de jî, daxwaz û mercên PDK yên bo beşdarî kirin di hilbijartinan de, balyoza Amerîkayê anî ziman ku, ev weke Amerîka ji dilgiraniya PDK fêm dikin û daxwaz û mercên PDK li gel aliyên têkildar yên cîhanî û aliyên siyasî yên Îraqê nîqaş kirine û Amerîka dixwaza herêma Kurdistanê bihêz be û li gel aliyên din bo gehêştin bi çareserê di nava diyalogeke berdewam de be.
Her di vê derbarê de Serok Barzanî jî spasiya dostatiya Amerîkayê kir û anî ziman ku, PDK hertim piştîvahiya hilbijartinan kiriye lê aliyên din du sal li berdem hilbijartinan asteng bûn û niha jî bi piştîvaniya derve hatine û bi rêya dezgeheke nedestûrî û dixwazin şêwazeke wisa bisepênin ku, ji qanûn û pîvanên destûrî gelek dûre û li gel vê yekê jî her ji sala 2014an de bi awayeke siyasî li gel bûdce û xweraka herêma Kurdistanê hatiye lîstin ku, ev yek jî bo lawaz kirina pêgeha Kurdistanê bûye.
Serok Barzanî anî ziman ku, şerê birçî kirina xelkê Kurdistanê kirine amûrek bo bêzar kirina xelkê Kurdistanê û Îraq demeke dirêje ku, siyaseta perawêz xistin û lawaz kirina herêma Kurdistanê dimeşîne û niha jî dadgeha federalî weke çek û amûrek bo domandina wan siyasetan bikar tînin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî balkêşande ser daxuyaniya mekteb siyasiya PDK û anî ziman ku, ev daxuyaniya han gelek rûn û eşkereye û PDK piştîvaniya hilbijartinan dike lê hilbijartinek ku, şefaf be û tebîr ji îradeya gelê Kurd bike û dûr be ji destwerdanên derve û sepandina şêwazên derqanûnî bi awayek ku, beriya hilbijartinan encamên li gor berejwendiyên xwe yek alî bikin. Eşkereye ku, hilbijartin bêyî beşdariya pêkhateyan were kirin û di nava parlementoyê de jî nunerê pêkhateyan nebe. Herwiha PDK gelek têbîniyên teknîkî jî hene derbarê dabeş kirina korsiyên parêzgehan û şêwaza kar ya komîsyonê û lazime aliyên Îraqî jî pêbendî rêkeftina pêk anîna hevpeymaniya îdareya dewletê bin ku, heta niha yek xala vê rêkeftinê jî nehatiye cîhbicîhkirin.
Serok Barzanî diyar kir ku, kêşeyên herêma Kurdistanê ne tenê hilbijartine, belku, birîna nanê xelkê, mûçe û êrîş kirine ser herêmê meşandina siyasetên şaşe li hember herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî got: Eger aliyên din dixwazin PDK di hilbijartinan de beşdar be vê demê lazime nêrîn û daxwazên PDK li ber çavan re derbas bikin jiber ku, daxwaza PDK hilbijartineke şefaf, destûrî, demokratîk û dûr ji destwerdana derve ye nabe hilbijartineke derqanûnî û bi destwerdaniya derve bo sepandina şeriyeteke sexte birêve biçe gelo hilbijartineke wisa vê aramiyeke çawe bi xwe re bîne, şeriyeteke çawe bi xwe re bîne, gelo nuneratiya îradeya rastîn ya dengderan dike?
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, helwest û têbîninên PDK rûnin û daxwaz jî ji civaka navnetewî û aliyên siyasî yên Îraqê kir ku, piştîvaniya hilbijartineke şefaf, qanûnî û dûr ji destwerdana derve bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin