Sibê cejna wan ya rabûnê ye (qiyame).
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Cejna qiyame ya hezretê Mesîh silavên xwedê li ser bin bi germî li tevahiya welatiyên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya cejneke asûde bo wan dixwazim û hêvî dikim xweşî û aramî li gel xwe bîne û aştî bi ser tevahiya cîhanê de zal bibe.
Di vê cejnê de ev yek dubare dikin ku, herêma Kurdistan weke hertim weke welatê pir çandî, bihevre jiyan û hev û du qebûl kirin û lêbûrînê bo tevahiya ol û pêkhateyan dimîne û bo vê yekê jî hewldanên me berdewam dibin.
Bila vê cejna han ya pîroz bikin derfetek bo bihêztir kirina biratî û yekrêziya navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê û bihevre bi rihê berpirsiyartiyeke hevbeş erkên xwe yên li hember welat û parastina maf û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê cîhbicîh bikin û dest di nava destê yektir de pêşerojeke baştir bo nibişên nû, kar bikin.
Cejna qiyame li tevahiya aliyan pîroz be û her sal bi xweşî be.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin