Serokwzîr û balyoza Amerîkayê civiyan

amerîka piştîvaniya çareser kirina kêşeyan dike.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawsky kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê girîngiya rêz girtin ji pêgeha federalî ya herêma Kurdistanê û şandina şayîsteyên darayî yên herêmê bi rêya hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşdeçûnên projeya hijmara min kir.

Me ev yek dubare kir ku, herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lewre nabe ji vê zêdetir mafên herêma Kurdistanê werin binpêkirin ku, di nava destûrê de gelek bi eşkere hatine qebûlkirin.

Balyoza Brîtanyayê piştîvaniya xwe bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de diyar kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û me tekez li ser vê yekê kir ku, ev du sale em daxwaza hilbijartinan dikin û niha jî em piştîvaniya hilbijartineke qanûnî û destûrî dikin ku, di şert û merceke paqêj de were kirin.

Li ser çareser kirina kêşeyên berdem prosesa hilbijartinê hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.