Dibêjin lazime Amerîka berdewam bibe li ser piştîvaniya hevpeymanên xwe.
Beriya serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bo Amerîkayê û civîna wî ya li gel Serokê Amerîkayê, hijmareke Senator û encamên civata pîran ya Amerîkayê nameyeke hevbeş bo Serokê Amerîkayê Jeo Biden nivîsandine.
Di nameya han de hatiye nivîsandin ku, Kurd hevpeymanên herî baş û dilsoz yên Amerîkayêne li Rojhilata Navîn de lewre lazime Amerîka jî haye xwe ji Kurdistanê hebe û berdewame be li ser piştîvanî kirin ji Kurd û mafên Kurdan.
Di nameya han de hatiye daxwaz kirin ku, yek ji şertên sereke yên bo civîna Biden li gel Sûdanî lazime çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê û dana şayîsteyên darayî yên gelê Kurdistanê û destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê be.
Di nameyê de tekez li ser vê yekê jî hatiye kirin ku, lazime Amerîka bo çareser kirina wan kêşeyan giraniya xwe ya li ser Îraqê bikar bîne û nabe meydanê bo destwerdanên Îran û komên ser bi Îranê vala bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin