Amerîka qedexe danî ser 10 rayedarên rejîma Sûrî

vê ji aliyê Amerîkayê ve werin girtin.
کوردستان TV
100%

Ev rayedarên han nikarin biçin Amerîkayê.

Îro şemî wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku, qedexe daniye ser 10 rayedarên rejîma Sûriyeyê.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê 10 rayedarên Sûrî (navên wan nehatine belavkirin) jiber ku, destê wan di binpê kirina mafên mirovan û eşkence kirina xelkê de heye, rastî cezayên nû yên Amerîkayê hatine.

Yek ji wan cezayên ku, bi ser wan 10 rayedarên rejîma Sûrî de hatiye sepandin qedexeya sefer kirina wan 10 rayedar û kesûkarên wan bo Amerîkayê ye û eger serdana Amerîkayê bikin vê werin girtin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.