Cenazeyeke wendahiyên lehiya Dihukê hate dîtin

di encama lehiya li Dihukê de 2 welatî canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Li nêzî bendava Mûsilê hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniyeke Peyvdarê hêzên hawar hatinê li Dihukê Bêwar Ebdulezîz, cenazeyê yek ji wan welatiyên ku, di encama lehiya Dihukê de wenda bibû û canê xwe ji dest dabû, hatiye dîtin.

Ebdulezîz eşkere kiriye ku, ev cenaze piştî lêgerîneke berifire li nêzî bendava Mûsilê de hatiye dîtin.

Weke tê zanîn roja 19ê Adarê li herêma Kurdistanê baraneke zêde û bixor barî û li Dihukê lehî rabû û di encam de 2 kes jiber lehiyê canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.