Hêmin Hewramî: PDK di hilbijartinên dîzayin kirî de beşdar nabe

beriya niha jî PDK daxuyaniyek bo raya giştî belav kiribû.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedareke NY civiyaye.

Endamên mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê Hêmin Hewramî di civînekê de li gel birêveberê tîma karûbarên siyasî û şîrove kirinê ya ser bi Netewên Yekgirtî Manoj Mathew behsa helwesta PDK ya derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de kiriye.

Di civînê de Hêmin Hewramî behsa biryarên derqanûnî yên dadgeha destûrî yên li dijî maf, desthilat û îradeya gelê Kurdistanê û hewldanên vê dadgehê bo lawaz kirina pêgeha PDKê kiriye û ragihandiye ku, jiber ev zilmên ku, dadgeha destûrî derheq bi gelê Kurdistanê de dike û herwiha ji ber biryarên derqanûnî yên vê dadgehê, PDK ku, pêşengê hilbijartinên demokratîk û azad bûye, beşdarî di hilbijartinekê de nake ku, bi awayeke pêşwexte dîzayin jê re hatibe kirin û li gor armanc û bernameya siyasî ya hin aliyên din be.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.