Lîreya Tirkî buhayê xwe zêdetir ji dest dide

hikûmet jî gelek pere xiste bazarê lê nikarî buhayê lîreyê biparêze.
کوردستان TV
100%

Rixmî tedbîrên hikûmetê lê lîre buhayê xwe ji dest dide.

Jiber qirîza darayî, giranî û bêkarî yaku, li Tirkiyeyê heye buhayê dirawê vê welatî her diçe zêdetir dadibeze.

Îro pêncşem dema vekirina bazar û borseyên Tirkiyeyê buhayê 1 dolarê Amerîkî gehêşte 32 lîre û 31 qirûş û buhayê 1 euro jî gehêşte 35 lîre û 10 riqûş.

Ji aliyê din ve bankaya navendî ya Tirkiyeyê jî di destpêka vê hefteyê de pereke gelek zêde xiste bazar daku, buhayê lîreyê biparêze lê ev tedbîra han jî nikarî ti bandorek li ser buhayê lîreyê bike.

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.