Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwşaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir û di civînê de giftûgo derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hilbijartinan kir û behsa hesas bûna rewşa heyî û girîngiya çareser kirina kêşe û nakokiyên navbera aliyên siyasî kir bo rûbirû bûna astengiyan û li ser vê yekê ku, lazime kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogê û li ser esasê destûrê werin çareserkirin hemfikir bûn.

Pêşhatên dawî yên rewşa deverê û çend babetên din yên cîhê girîngiya hevbeş bo her du aliyan, mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.