Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

Serok Barzanî: Em nakevin bin parê biryarên siyasî yên dadgeha federalî.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa heyî û çend mijarên din kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin û derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî ev yek anî ziman ku, her di sala 1991an de Partiya demorkata Kurdistanê destpêşxeriya hilbijartinan û veguhastina şeriyeta şoreşgerî bo şeriyeta qanûnî bûye û hertim di hilbijartinan de piraniya dengan bi dest aniye.

Ev du sale ku, hilbijartin bi hincetên curbicur yên siyasî û handana derve hatine paşxistin û niha jî ku, bi biryara siyasî ya dadgeha federalî û li gor bernameyeke derve destwerdan di qanûnan hilbijartinan de hatiye kirin û dibêjin bila hilbijartin were kirin.

Em dixwazin hilbijartni were kirin lê bidûr be ji destwerdana derve û biryarên siyasî yên xwedan mebest ku, armanc ji wan lawaz kirina PDK ye.

Serok Barzanî eşkere kiriye ku, bin barê biryarên derqanûnî yên dadgeha federalî ku, dadgeh xwe xistiye cîhê desthilata zagonsaz û desthilata cîhbicîhkar û jiber vê çendê daxwaz, raman û têbîniyên PDK qanûnî û di çarçoveya destûr û bo birêve birina hilbijartineke rast, azad û demokratîke.

Serok barzanî di berdewamiya gotinên xwe de balkêşande ser siyaseta birçî kirina gelê Kurdistanê û neşandina bûdceya xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û tekez kir ku, nabe bi awayeke siyasî nizîkatî li hember mûçe û bûdceya xelkê Kurdistanê were kirin bo lawaz kirin û şikandina îradeya gelê Kurdistanê û lazime çaresereke mayinde bo vê kêşeya han were dîtin.

Serok Barzanî anî ziman ku, pişta me bi rawayetiya doza gelê xwe girêdaye û herêma Kurdistanê jî bi xwîn û firmiskên gelê Kurdistanê hatiye avakirin ne bi biryarên ji derveya îradeya gelê Kurdistanê.

Her di heman civînê de balyozê Brîtanyayê jî tekez li ser vê yekê kir ku, Brîtanya her di destpêka salên 90 yên sedsala derbasbûyî de heta niha bi girîngî li herêma Kurdistanê mêze kiriye û piştîvanî lê dike û li gel herêma Kurdistaneke bihêz û aram deye.

Nav hatî behsa vê yekê kir ku, rola PDK di nava prosesa siyasiya Îraq û Kurdistanê de gelek girînge û prosesa siyasî û hilbijartin bêyî PDK bê wate dibe lewre em weke Brîtanya dixwazin bo çareser kirina kêşeyan hevkar bin.

Balyozê Brîtanyayê Stephen Hitchen herwiha anî ziman ku, ji dilgiraniyên PDK baş fêm dikin jiber vê çendê liwirin daku, bizanin çawe beşdar û hevkar bin bo çareser kirina kêşeyan û birêve çûna hilbijartineke azad û demokratîk.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.