Amerîka dorpêçên nû xiste ser sê komên çekdar

dibêje vê dorpêçên zêdetir li ser wan werin sepandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê dorpêçên han werin dijwartirkirin.

Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê ragihandiye ku, di çarçoveya biryarên ceza kirina komên çekdar yên tundrê yên ser bi Îranê de, sê komên din yên çekdar rastî dorpêçên nû dike.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, her yek ji spaha Pasdaran, Hibzulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê rastî dorpêçên nû yên Amerîkayê hatine û vê di demên pêş de ev her sê komên han bi awayeke dijwartir werin cezakirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, spaha Pasdaran alîkariya Hizbulah û Hûsiyan dike bo têk birina aramiya deverê lewre Amerîka jî bo parastina aramiya deverê vê dorpêçên xwe yên li ser wan koman dijwartir bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.