Hûsiyan êrîşî ser keştiyeke Çînî kirin

duhê bişev jî dîsa êrîşî ser keştiyeke din kiribûn.
کوردستان TV
100%

Hajekek ber keştiya han ketiye.

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya Amerîkayê, îro danê sibê zû çekdarên Hûsî li Yemenê êrîşî ser keştiyeke Çînî kirine ku, mişxûlî veguhastina petrolê bûye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, êrîş bi du hajekan pêk hatiye û yek ji wan hajekan ber keştiya han ketiye û zirarên mezin bi keştiya han gehandiye.

Ji aliyê xwe ve Brîtanya jî diyar kiriye ku, her duhê bişev çekdarên Hûsî li Bab Mendebê êrîşî ser keştiyeke din kirine û jiber êrîşa han agir bi keştiyê ketiye lê piştî 30 deqîqeyan agir hatiye vemirandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.