Fûad Husên û Brett McGurk civiyan

behsa henarde kirina petrola Kurdistanê jî kiriye.
کوردستان TV
100%

Civînên wezîrê derve yê Îraqê li Amerîka didomin.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ku, bi serdaneke fermî li Amerîkayêye civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Amerîkî didominîne.

Fûad Husên duhê bişev li gel wezîrê xezêne û darayiya Amerîkayê jî civiya bû û di civînê de behsa bondorên nebaş yên rawestana henarde kirina petrola Kurdistanê kirine û tekez li ser vê yekê kirine ku, lazime bilez prosesa henarde kirinê destpê bike.

Ji aliyeke din ve Fûad Husên li gel Organîzatorê siyaseta Amerîkayê bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Brett McGurk jî civiya û di civînê de nîqaş li ser şer û rûbirû bûna terorê li Îraqê kirine û tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya navbera Îraq û Amerîkayê de kirine.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.