Amerîka: Di destpêka mehê de me zaniyarî dabûn Rûsyeyê

bo êrîşkaran 5 hezar û 400 dolar hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşê de herî kêm 150 kes hatine kuştin.

Derbarê êrîşa beriya du rojan ya li Moskowayê Peyvdara civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Adrienne Watson ragihand ku, di destpêka vê mehê de rayedarên Amerîkî li dor hebûna zaniyarî derbarê pêk anîna êrîşeke mezin li Rûsyeyê de zaniyarî dane rayedarên Rûsyeyê û ji wan re gotine zaniyarî di destê wan de hene ku, vê di vê mehê de li Moskow û çend cîhên din yên Rûsyeyê êrîşî ser cîhên qerebalix were kirin.

Ji aliyê xwe ve yek ji êrîşkaran ku, di cîhê êrîşê de hatiye girtin di lêpirsîna meydanî de eşkere kiriye ku, li hember wergirtina 5 hezar û 400 dolarên Amerîkî di destpêka vê mehê de ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyeyê bûye bo pêk anîna vê êrîşa han.

Weke tê zanîn basic Xorasan ya DIŞI berpirsiyartiya xwe li hember vê êrîşa han diyar kiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.