Li kaniya Xezalan zarokek canê xwe ji dest da

termê zarok hîn jî nehatiye dîtin.
کوردستان TV
100%

Ketiye ber lehiyê û wenda bûye.

Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê îro li navçeya Kaniya Xezalan ya li Rihayê zarokek 4 salî yaku, di dema lîstokê de li ber çemê bûye, jiber rabûna lehiyê, ketiye nava lehiyê de.

Dayika zarokê xwestiye zarokê xwe qortar bike, lê dayika zarok û 3 kesên din jî ku, xwestibûn dayik û zarok qortan bikin dikevin ber lehiyê.

Di encama hewldanan de dayik û 3 kesên din têne rizgarkirin lê zarokê çar salî di nava ava lehiyê de wende bûye û heta niha laşê wî jî nehatiye dîtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.