Hûsî jî dibêjin êrîşên me berdewam dibin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî CENTCOM daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, êrîşên Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê yên li dijî hûsiyan li Yemenê berdewamin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di êrîşên herî dawî yên Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê de gelek navendên çekdarên hûsî li Yemenê hatine wêrankirin û jinav birin.
Ji aliyê xwe ve çekdarên hûsî jî belav kirine ku, raste êrîşên Amerîkayê berdewamin bo ser me, lê êrîşên han ti bandorek li ser êrîşên me yên bo ser Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan nakin û êrîşên me berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin