Zirardîtiyên lehiya Dihukê tên qerebû kirin

117 xanî bo wan hatine dabînkirin.
کوردستان TV
100%


Serok Barzanî ferman kiriye xanî ji wan re werin dabînkirin.

Li gor zaniyariyên taybetî yên berdest, piştî lehiya mezin ya li Dihukê ku, zirarên gelek mezin dabû şêniyên vê bajarê, Serok Barzanî fermana qerebû kirina zirardîtiyên lehiya Dihukê daye.

Hate zanîn ku, Serok Barzanî ferman kiriye daku, 117 apartman bo zirardîtiyên lehiyê werin dabînkirin û li ser wan werin dabeşkirin.

Weke tê zanîn di roja 19ê Adarê de li Dihuk û Xazoyê jiber barîna barana bixor lehiyên mezin rabibûn û di encam de 3 welatî canê xwe ji dest dabûn û gelek zirarên madî jî çê bibûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.