Asta ava sê bendavên Kurdistanê zêde bûye

baran barîn hîn jî berdewame.
کوردستان TV
100%

Ev çend roje li Kurdistanê baraneke baş dibare. Birêveberatiya îdare kirinabendavên Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, ji ber barîna barana bixor ya çend rojên derbasbûyî, li bendavên Kurdistanê de aveke zêde kom bûye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di encama barîna barana zêde di çend rojên derbasbûyî de asta ava sê bendavên Kurdistanê (Dikan, Derbendîxan û Dihukê) gelek zêde bûye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, li bendavên din yên Kurdistanê de aveke baş hatiye komkirin û tê payîn ku, heta meha nîsanê jî jiber barîna baranê av di bendavan de were komkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.