Serok Barzanî û balyoza Amerîkayê behsa çend mijaran kir

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li Pîrmamê civiyan.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Rumenski kir.

Di civînê de balyoza Amerîkayê jiber hatina Newroz û sersala nû ya Kurdî pîrozbayî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û rixmî balkêşandine ser rewşa siyasî ya Îraq û herêma Kurdistanê, hevdem dilgiraniya welatê xwe li hember pêşhatên siyasî yên vê dawî diyar kir û daxwaz jî kir ku, partiya demokrata Kurdistanê rola xwe bilîze û li gel aliyên din bihevre kêşeyên pêwîst bi hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê çareser bikin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî behsa sedemên weşandina daxuyaniya mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê kir û ji şanda mêwan re ragihand ku, her di destpêkê salên 1990an ya sedsala derbasbûyî de PDK hertim destpêşxer û pêşengê hilbijartinan bûye û di sala 1991an de jî bo xwe daxwaz kir ku, lazime meşirûyeta şoreşgerî cîhê xwe bide meşûriyeta destûrî û hilbijartin were kirin, PDK hertim piştîvaniya hilbijartinan kiriye û ji hilbijartinan natirse lê têbînî li ser şêwaza hilbijartin û metirsiyên têk birina bingehên bihevre jiyan û nehêştina beşdariya pêkhateyan di nava jiyan siyasî de heye.

Serok Barzanî eşkere kir ku, bi hincetên curbicur du sal  hilbijartin hate paşxistin û destên biyanî ketin nava vê prosesê û buhaya vê ya herêmî kêm kirin û bi awayeke nedestûrî biryar û zagonên herêmê guhertin û sitemeke mezin li pêkhateyên Kurdistanê û tevahiya xelkê Kurdistanê kirin.

Serok Barzanî eşkere kir ku, PDK boykota hilbijartinan nekiriye lê dixwaze hilbijartineke azad, dadmend û şefaf û dûr ji destwerdaniya derve û bernameyên pêşde amadekirî bin ku, têde dengder ji mafên dengdanê neyê bêparkirin û prosesa demokrasî jî neyê bê buhakirin p zagonên herêmê jî neyên binpêkirin.

Di beşeke din ya vê civînê de Serok Barzanî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand ku, rêkeftineke rûn û eşkere li gel çarçoveya hemahengî dibin navê hevpeymaniya dewletê de heye ku, mixabin ti xaleke girîng ya vê rêkeftina han nehatiye cîhbicîhkirin, rêkeftin bo vê yekê bû ku, aramî were dabînkirin û xelk bigehêje xweşgozeraniyê û prensîbên hevsengî û lihevkirinê werin cîhbicîhkirin, lê yek ji wan jî nehate kirin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, berdewam dibin li ser şêwirê bo çareser kirina kêşeyan û nehêştina dilgiraniyan.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.