Peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina Newroz û sersala bû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi minasebeta hatina cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî ya 2724an gerimtirîn pîrozabyî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û malbetên serfiraz yên şehîdan û enfalkiriyan dikim û hêviya şadî û karmenariyê bo wan dixwazim.
Newroz bo xelkê Kurdistanê hertim nîşaneya serkeftin, azadî, rawestan li hember sitemkar û zordaran û destpêka jiyan û serdemeke nûye.
Rêzdariya xwe bo xelkê berxwedêr yê herêma Kurdistanê diyar dikim ku, mixabin bûye qurbaniya lîstokên siyasî yên hinek kes û aliyan ku, bo berejwendiyên xwe bazirganî bi mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê ve dikin, lê pişt rast bin ku, di dawî de her xwestek û îradeya xelkê Kurdistanê bo jiyaneke azad û serfirazane serkeftî dibe.
Hêvî dikim sala nû sala dawî hatina tevahiya nexweşî, sitem û nedadiya hember gelê Kurdistanê be.
Newroza we pîroz be û hertim di nava xweşî û şadî de bijîn.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin