Joe Lieberman: Lazime jêrxana Îranê were wêran kirin

dibêje lazime cîhan li hember Îranê bêdeng nemîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran metirsiyeke mezine bo ser NATO û cîhanê.

Senatorê berê yê Amerîkî Joe Lieberman di gotareke xwe de behsa vê yekê kiriye ku, lazime Amerîka li hember Îranê bêdeng nemîne û jêrxana Îranê bi taybetî jêrxana etomiya Îranê wêran bike.

Joe Lieberman di beşeke din ya gotara xwe de diyar kiriye ku, Îran netenê piştîvan û hevkarê terorê ye belku, metirsiyeke mezine bo ser NATO, cîhan û deverê lewre lazime civaka cîhanî jî li gel Amerîkayê dest xwe bidin destê hev û li dijî Îranê gavên piratîkî yên cidî bavêjin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.