Komîteya hêlbirînê ev kempîna han ragihandiye.
Komîteya hêlbirînê bi mebesta gehandina hevkarî û dabîn kirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane yên wan şêniyên Dihukê yên ku, di encama lehiya duhê de rastî ziraran hatibûn ragihand.
Komîteya han daxwaz ji Hêbirênerên navxweyî û derve kiriye daku, çi ji wan tê bo hevkarî kirina zirardîtiyan bikin û beşdarî di kempînê de bikin.
Weke tê zanîn duhê jiber barîna baraneke bixor li Dihukê lehiyeke mezin rabibû û di encama lehiyê de rixmî ku, du welatî canê xwe ji dest dabûn hevdem zirarên mezin yên madî jî ber gelek welatiyan ketibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin