Îtalya piştîvaniya asayîşa Kurdistanê dike

behsa hilbijartinên Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Îtalyayê civiya.

Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Îtalyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê birêz Maurizio Greganti kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê de kir.

Derbarê hilbijartinên herêma Kurdistanê de jî me ev yek eşkere kir ku, em piştîvaniya prosesa hilbijartinê dikin ku, li ser esasê dadmend û di çarçoveya parastina mafên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de be û dûre ji bernameyên siyasî.

Me herwiha tekez li ser gav avêtin ber bi sîstema takrevî, dîktatorî û binpê kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê xizmeta asayîş û berejwendiyên welatiyên Îraqê nake.

Balyozê Îtalyayê jî xwesteke welatê xwe bo piştîvanî kirin ji asayîş û aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.