Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê

Brîtanya berevanî ji aramî û asayîşa Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Maurizio Greganti kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê de kir.

Derbarê mijara hilbijartinên herêma Kurdistanê de jî me ev yek eşkere kir ku, em li piştîvaniya prosesa hilbijartinan dikin prosesek ku, li ser esasê dadmenî û di çarçoveya parastina mafên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de be û dûr be ji bernameyên siyasî.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, gav avêtin ber bi takrevî, dîktatorî û binpê kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê, xizmeta aramî û berejwendiyên welatiyên Îraqê nake.

Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê xwesteke welatê xwe bo piştîvanî kirin ji asayîş û aramiya herêma Kurdistanê dubare kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.