Mesrûr Barzanî: Lazime hilbijartin di çarçoveya qanûneke dadmend de be

behsa rewşa heyî ya li Îraqê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê birêz Tobias Lindner kir.

Wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê tekez li ser berdewamiya piştîvanî û hemahengiyên welatê xwe li gel hêzên pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi girîngiya rêz girtin ji sîstema federalî ya li Îraqê û parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê û me balkêşande ser vê yekê ku, her çend bi şêwazên curbicur yên siyasî, leşkerî û abûrî di bin nave qanûnê de zext li herêma Kurdistanêt ê kirin daku, dev ji mafên xwe yên destûrî berde, lê xelkê Kurdistanê ti carî dev ji mafên xwe bernade.

Derbarê prosesa hilbijartinan de jî me ev yek diyar kir ku, em hertim li gel hilbijartinan de bûne û berdewam jî dibin lê lazime hilbijartineke rewa, demokratîk û destûrî be û di çarçoveya qanûneke dadmend ya hilbijartinan de be ku, gerentiya nuneratiya tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê bike.

Rewşa kempên li herêma Kurdistanê mijareke din ya civîna me bû û li ser afirandina derfetên goncaw bo vegera dilxwaz ya aware û penaberên nîştecîh di nava kempan de bo cîhên xwe hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.