Baraneke bixor li Dihukê dibare û du kes wendane.
Li gor zaniyariyên taybetî, niha li Dihukê baraneke bixor dibare û lehiyeke mezin jî rabûye.
Hate zanîn ku, li tonêla Nizarkê ya li Dihukê lehî rabûye û 4 welatiyên Ereb ( karker bûne) di nava tirimbêlekê de bûne û ketine ber lehiyê.
2 ji wan hatine rizgarkirin lê 2 yên din wendane û lehî wan biriye.
Herwiha li komelgeha Domîzê jî av ketiye nava malan û Walîtiya Dihukê jî daxwaz ji xelkê dike ku, eger ne neçar bin ji malên xwe dernekevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin