Parêzgeheke Rojavayê Yemenê hate bordiman kirin

7 hajek û 5 dronên Hûsiyan jî di heman bordimanê de hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Amerîka û Brîtanya ev parêzgeha han bi dijwarî bordiman kirine.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê ragihand ku, şeva derbasbûyî parêzgeha Hedîde ya li Rojavayê Yemenê ku, yek ji navendên girîng yên çekdarên Hûsiye bi dijwarî hatiye bordimankirin.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku, duhê bişev Amerîka û Brîtanya 10 caran çend navçeyên ser bi vê parêzgehê ve ku, bo çekdarên Hûsî gelek girîng bûne bordimankirine.

Li gor zaniyariyên destpêkê di encama êrîşa han de herî kêm 7 hajek û 5 dronên Hûsiyan jî ku, xwestine bersifa êrîşa han bidin hatine xistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.