Mekteb siyasiya PDK civiya û piştî civînê jî daxuyaniyeke berfire weşand.
Îro li Pîrmamê Mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî civiya û piştî civînê jî daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Di destpêka daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, eşkereye PDK di destpêka damezrandina xwe de xebat bo bidest anîna mafên reva yên gelê Kurdistanê û çepandina demokrasiyetê weke du encamên ji hev neveqetiyayî ji xebat û di vê baweriyê deye ku, bi tenê bi rêya demokratîzekirina sîstema hikumranî Îraqê ve mafên reva yên gelê Kurdistanê têne bidestxistin.
Her di vê çarçoveyê de jî Serok Barzanî di rojên destpêkê yên raperîna buhara sala 1991an bo diyarkirina destkeftên gelê Kurdistanê û parastina wan bi awayeke rast daxwaza hilbijartineke azad weke bingeheke sereke ya hikumraniya demokrasî li herêmê de, kir jiber vê çendê partiya me hertim daxwaza vê yekê kiriye ku, hertim bingeh û pîwanên hilbijartinên azad werin ferahemkirin. Herî kêm lazime qanûneke taybet ya hilbijartineke azad û dadmend ku, gerentiya nuneratiya tevahiya pêkhateyan bike, hebe û deriyên xwe berbijêrkirin û dengdanê bo tevahiya aliyan veke daku, mafê ti kesekî neyê binpêkirin.
Herwiha partiya me hertim daxwaza hebûna komîsyon anjî mekanîzmeke serbixwe bo organîzekirin û çavdêriya hilbijartinan kiriye û tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, lazime ev mekanîzm anjî komîsyon baweriya dengderan bi hilbijartinan biparêze.
Jiber hesiyana me bi vê erk û berpirsiyariyên han bû ku, di salên derbasbûyî de bi her awayî li gel tavahiya aliyên Kurdistan û Îraqê me kar kir daku, tevahiya hilbijartinan bi awayeke rast û destûrî werin kirin bi taybetî hilbijartinên gera 6an ya parlementoya Kurdistanê û bo vê yekê jî me li gel tevahiya aliyan di nava diyaloga berdewam de bûn.
Lê piştî ku, mijara hilbijartinên parlementoyê radestî dadgeha federalî hate kirin, rixmî ku, bêyî hincet û bêyî liber çav girtina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bo hilbijartina dezgeheke girîng weke parlementoyê, lê nirxandina doza han ji aliyê dadgehê ve demeke dirêj hate paşxistin û cara dawî jî biryar hate dayîn ku, roja 21ê sibata 2024an hilbijartin were kirin lê dîsa jiber dadgeha destûrî ev yek hate paşxistin ku, me bi nedestûrî bûna biryara dadgeha federalî di vê biryarê de hesiyan û zanî ku, ev biryara han jî weke biryarên berê yên vê dadgehê li dijî herêma Kurdistanê ye her vê demê jî me ji raya giştî re eşkere kir ku, ev biryara han binpê kirina eşkere ya destûrê ye ku, ev jî gelek metirsîdare û hewldaneke bo vegerandina sîstema merkezî bo Îraqê û nehêştina pêgeha destûrî û federalî ya herêmê.
Lewre em dikarin çend tiştan bi vê awayî eşkere bikin.
1-dadgeha destûrî bi guhertina comgehên girîng yên qanûna hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û herwiha red kirina selahiyeta dadgehên Kurdistanê bo şopandina dozên ku, li ser encamên hilbijartinan têne tomarkirin û diyarîkirina hijmara korsiyên kotayên pêkhateyan, çend madeyên sereke yên destûrê binpê kiriye û ev guhertin û serrast kirinên han jî dibin sedema têkbirina sîstema demokrasî.
2-bi nehêştina korsiyên kotayên pêkhateyan ji qanûna hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, yek ji gerentiyên sereke ya hilbijartineke azad û derfeta yeksanî, dadmendî li herêma Kurdistanê de hate jinavbirin ku, ev jî binpê kirina eşkere ya destûra federalî û qanûna hilbijartinê û herwiha peymana navnetewî ya ICCPR ya taybet bi mafên siyasî û medenî ya pêkhateyan ku, Îraq di sala 1971an de îmze kiriye.
3- dûr xistina desthilata dadweriya Kurdistanê bo yek alî kirina dozên taybet bi prosesa hilbijartinan û dana vê taybetmendiya han bi komîteyeke dadwerî ya ser bi civata dadweriya Îraqê zêdegaviyeke metirsîdare li ser desthilata dadweriya herêmê jiber ku, ji aliyekê ve binpê kirina serbixweyiya herêmane û ji aliyeke din ve jî derketine ji wan rêkar û zagonên ku, beriya niha ji aliyê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ve hatine diyarîkirin.
4-biryarên yek li pey yek yên dadgeha federalî yên li dijî herêma Kurdistanê bûne sedema binpê kirina prensîba cudatiya desthilatan û dadgeha han xwe xistiye cîhê zagonsazan û cîhbicîhkirinê û hinek desthilat û taybetmendî bi xwe daye ku, ji aliyê destûrê ve jê re nehatine diyarîkirin bi taybetî dema biryara hilweşandina qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê derkir.
5-ji bilî wan binpêkirinên ku, li dijî qanûna hilbijartinên parlementoyê û destûra federalî de hatine kirin dadgeha federalî çend rêkarên din yên şaş û derqanûnî dijî herêmê stendiye ku, bûne sedema têkçûna prosesa hilbijartinên gera 6an ya parlementoyê weke bêpar hêştina zêdetir ji 400 hezar Dengderan ji dengdanê ku, dike ji sedî 20ê tevahiya dengderên Kurdistanê.
Welatiyên hêja
Jiber ev rastiyên ku, me behsa wan kir û jiber wan binpê kirinên destûrî û qanûnî yên ku, dijî herêma Kurdistanê, pêkhate û tevahiya xelkê Kurdistanê hatine kirin û rayedarên Bexdayê jî ti helwestek raber nekirine û dadgeh jî berdewame li ser binpê kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, em aliyên avaker yên hevpeymaniya îdareya dewletê berpirsiyar dizanin ku, lazime li hember destûrê erkê xwe yê nîştimanî cîhbicîh bikin û pêbendî destûrê bin û rêkeftinên ava kirina hikûmetê jî cîhbicîh bikin beruvajî em weke PDK nikarin di nava prosesa siyasiya Îraqê de berdewam bin.
Herwiha bo raya giştî ya navxwe ya Îraqê û cîhanê jî eşkere dikin ku, rixmî baweriya me ya bihêz ya bi xwe û piştîvaniya gelê Kurdistanê ji pdk weke çawe di sala 1992an de heta niha li tevahiya hilbijartinan de hêza yekem bûye, niha jî xelkê me vê her wisa baweriya xwe bi PDK bîne û dengê xwe bide PDK, lê jiber têkgehêştina me jî berpirsiyartiya xwe ya dîrokî bo parastina mafên reva yên gelê Kurdistanê, sîstema demokrasî û federaî ya Îraqê û herwiha nedana revayetî bi hilbijartineke derqanûnî û ne demokratîk û rawestan li dijî tevahiya wan binpê kirinên ku, dijî herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê têne kirin, me berejwendiya gel û herêma Kurdistanê di vê de dibînin ku, nekevin bin parê pejrandina biryarên derqanûnî yên dadgeha federalî û sîstemeke sepandî û em di hilbijartinekê de ku, derqanûnî û nadestûrî be û li gor sîstem û qanûneke sepandî de were kirin û beşdariya hilbijartinê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin