Olaf Scholz: Lazime dîlgirtî werin azad kirin

behsa hewldanên dawî anîna şer kirine.
کوردستان TV
100%

Serdana Îsraîlê kiriye û li gel Serokwezîrê Îsraîlê civiyaye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz serdana Almanyayê kiriye û li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu civiyaye.

Di civînê de her du alî behsa rewşa deverê û şerê dijî Hemasê kirine û Olaf Scholz ragihandiye ku, lazime kesên dîlgirtî werin azadkirin û hewl bo zal kirina aştiyê li deverê de were dayîn.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku, lazime bo bidest xistina aştiyeke mayinde li ser projeya çareseriya du dewletan hizir were kirin.

Ji aliyeke din ve wezîrê derve yê Îsraîlê jî diyar kiriye ku, Îsraîl hewl bo azad kirina dîlan dide lê şer ranaweste.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.