Li deryaya sor ev dronên han hatine xistin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî CENTCOM daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa êrîşeke berfire ya Hûsiyan ya bi dronên qayîqên cengî kiriye.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye nivîsandin ku, şeva derbasbûyî hêzên Amerîkî û hevpeymanên wî li deryaya sor karîne herî kêm du dronên Hûsiyan ku, bi armanca êrîş kirinê hatibûn şandin bixin erdê.
Her di heman daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, Hûsiyan bi qayîqên cengî jî xwestine êrîşî ser çend keştiyan bikin lê tevahiya qayîqên Hûsiyan jî hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin