Dibêjin vê dorpêçên gelek dijwar bixin ser Îranê.
Hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê yên ku, di dema şerê Ukraynayê de zêde bûne, bûne cîhê dilgiraniya Rojavayê bi taybetî Amerîkayê.
Di vê derbarê de Amerîka û hevpeymanên wî yên li koma G7 duhê bişev piştî civîna xwe huşdariyeke tund dan Îranê.
Di daxuyaniya han de yaku, ji aliyê koma G7 ve hatiye belavkirin, hatiye nivîsandin ku, eger hevkariyên Îranê bo Rûsyeyê bidomin û Îran berdewam be li ser şandina dronên întîharî bo Rûsyeyê vê demê Rojava bi taybetî G7 û tevahiya anedamên G7 vê dorpêçên gelek dijwar bixin ser Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin