Îsraîl jî dibêje emê operasiyona bejayî dijî Refeh bidin destpêkirin.
Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî di konferanseke çepemeniyê de li gel Serokwezîrê Holendayê Mark Rotte de behsa rewşa Xezeyê kir û derbarê amadekariyên Îsraîlê yên bo destpê kirina operasiyona bejayî li dijî bajarê Refeh huşdarî da.
Sîsî eşkere kiriye ku, nabe Îsraîl êrîşî ser bajarê Refehê bike û Îsraîl li hember selametiya canê 1 miliyon û 500 hezar kesan li Refehê berpirsiyare.
Sîsî tekez li ser vê yekê kiriye ku, operasiyon bo ser Refeh dibe sedema çêbûna karesatên mezin yên însanî û rewşê bi yekcarî aloz dike.
Ji aliyê xwe ve Amerîka jî dijî vê operasiyonê ye lê Îsraîl li ser operasiyonê bi îsrare û amadekariyên xwe kiriye û tê payîn di demeke nêz de ev operasiyon destpê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin