Îraq kopteran ji Koreya Başûr dikire

heta niha Îraq biryara dawî nedaye.
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên Amsanî yên Îraqê serdana Koreya Başûr kiribû.

Li gor çapemeniya Îraqî di destpêka vê mehê de Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê Jeneral Semîr Zekî Hesen Malikî serdana Koreya Başûr kiriye.

Di çarçoveya vê serdana han de ev Fermandarê Îraqî serdana kargeha çê kirina kopterên ji cureya KUH-1 li Koreya Başûr kiriye û derbarê wan kopteran de lêkolîn kiriye.

Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, armanc ji vê serdana han eve daku, Îraq di warê kirîna kopteran de biryar bide û tê payîn ku, Îraq ji Koreya Başûr kopterên KUH-1 bikire.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.