Behsa rewşa Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên siyasî û ewlekarî yên Îraqê û hewldanên heyî yên bo parastina aramiya Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de giftûgo derbarê diyarî kirina Serokê parlementoya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryarên dadgeha federalî de hate kirin.
Rewşa navxweyî ya herêmê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijarên din yên vê hevdîtina han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin