Sofiyan Ebas: Dadgeha federalî zêdegaviyan dike

dibêje ti desthilateke dadgeha federalî bi ser Kurdistanê de nîne
کوردستان TV
100%

Dibêje biryarên dadgeha federalî  ne şerte werin cîhbicîhkirin.

Pisporê şîrove kirina destûrê Dr, Sofiyan Ebas derbarê biryarên dadgeha federalî yên Îraqê de ragihand ku, biryarên dadgeha federalî nayên cîhbicîh kirin jiber ku, biryar nameya 141/140 ya sala 2019an ji aliyê parlementoyê ve hatiye redkirin ku, ev jî derqanûnî bûna birgeha 7 ji madeya 17an ya taybet bi biryarên parlementoyê ya bi hijmara 13an ya sala 2018an.

Sofiyan Ebad dibêje hikûmeta federalî biryara hijmara 71 ya sala 2019an cîhbicîh nekir.

Derbarê madeya 140 de jî navhatî diyar kiriye ku, ev madeyeke destûriye û dibêje hikûmeta federalî biryara hijmara 89 ya sala 2019an ya dadgeha federalî ya derbarê hilweşandina parên siyasî red kir.

Nav hatî diyar kiriye ku, parlementoya Kurdistanê jî xwedan mafe ku, biryarên hijmara 83 ya dadgeha federalî bi taybetî xalên 131û 185 yên sala 2024an cîhbicîh neke jiber ku, derqanûnîne.

Ebas tekez li ser vê  yekê dike ku, dadgeha destûrî zêdegavî di desthilatên xwe de kiriye ku li gor madeya 93an ya destûrê jê re hatine diyarîkirin ev di demekê deye ku, qanûna hijmara 1 ya sala 1992an bi hijmara 11an ya sala 2007an qala vê yekê dike ku, serrast kirin û hilweşandina qanûnan li herêma Kurdistanê tenê di desthilata parlementoya herêmê deye û dadgeha federalî ti desthilatek bi ser vê de tuneye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.