Daxuyaniyek derbarê biryarên dadgeha federalî de belav kir.
Serokê civata Dadweriya Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Husên îro çarşem derbarê biryarên dadgeha federalî de bi taybetî yên derbarê hilweşandina kotaya pêkhateyan li Kurdistanê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Dadwer Ebdulcebar Ezîz Husên di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku, li gor destûrê Îraq hikûmeteke federaliye û dabeş kirina desthilat û çawetiya têkiliyên navbera herêm û hikûmeta federalî di nava destûrê de hatine diyarîkirin.
Herwiha piştî pejrandina destûrê jî di sala 2005an de pêgeha federalî ya herêmê û tevahiya mafên vê hatine pejrandin û destûr jî mafa bikar anîna tevahiya desthilatan bi herêmê daye û herwiha zagonên federalî jî gelek girîngî bi zagonên herêmê dane.
Derbarê çareser kirina kêşeyan di dema ku, zagonên herêmê ne weke zagonên federalî bin, destûra federalî mafdarî daye zagonên herêmê, jiber vê çendê jî nabe bi ti awayî madeyên destûra federalî werin guhertin û lazime tevahiya aliyan pêbendî destûra federalî bin bi taybetî dadgeha federalî jî.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, li gor destûra federalî mafê herêma Kurdistanê heye ku, di çarçoveya Îraqê de tevahiya maf û desthilatên xwe bikar bîne, lê dadgeha federalî rixmî ku, damezrandina xwe beruvajiya destûrê ye, zêdegavî di desthilatên xwe yên federalî de dike û kêm kirina hijmara korsiyên parlementoyê û hilweşandina korsiyên pêkhateyan jî ev yek îsbat dike ku, ev biryara dadgeha federalî beruvajî bernameya kar ya dadgehê, destûr û zagonên federaliye.
Dadwer herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku, di vê biryarê de dadgeha federalî xwe xistiye cîhê zagonsazan û ev jî ne erk û pîwerdariya vê dadgehê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin