Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê li Îraqê

Erdogan di dawiya Nîsanê de serdana Îraqê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa serdana Erdogan bo Îraqê dike.

Li gor çapemeniya Îraqî Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Yildiz duhê bişev serdana Bexdayê kiriye.

Ehmed Yildiz ku, duhê bişev li gel balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê û çend saziyên din yên Tirkiyeyê civiyaye vê îro jî li gel rayedarên Îraqî bicive û behsa têkiliyên navbera Îraq û Tirkiyeyê bike.

Yildiz eşkere kiriye ku, beriya dawiya meha Nîsanê vê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan serdana Bexdayê bike.

Weke tê zanîn beriya niha Tirkiye eşkere kiribû ku, Erdogan di destpêka Nîsanê de serdana Bexdayê dike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.