Serokwezîr fermana ava kirina wan her sê debistanan daye.
Wezîrê perwerde yê hikûmeta herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku, Serokwezîrê Kurdisanê Mesrûr Barzanî fermana ava kirina sê debistanên 18 polî li Hewlêrê daye û li ser vê fermanê dest bi karûbarên pêwîst yên ava kirina wan debistanan hatiye kirin.
Wezîr diyar kiriye ku, biryare ev her sê debistan heta 10 meha Gulanê radestî wezareta perwerde werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin