Dijî biryarên dadgeha federalî beşdarî di hilbijartinan de nakin.
Piştî ku, duhê aliyên siyasî yên Mesîhî biryar dan weke diyar kirina dijatiya xwe ya li hember biryarên dadgeha federalî yên derbarê hilweşandina hijmara korsiyên kutaya pêkhateyan ragihandin û eşkere kirin ku, beşdarî di hilbijartinan de nakin, îro jî li Hewlêrê Tirkmanên li Kurdistanê helwesta xwe eşkere kirin.
Di vê çarçoveyê de 15 part û aliyên siyasî yên Tirkman jî piştî civîneke hevbeş ragihandin ku, biryarên dadgeha federalî ne destûrîne û metirsîdarin bo ser jiyana pêkhateyan li Kurdistanê de lewre weke diyar kirina dijatiya xwe li hember wan biryaran beşdarî di hilbijartinan de nakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin