Di nava behrê de asê bibûn.
Hikûmeta Libnanê ragihand ku, 20 welatiyên Sûrî yên ku, di nava behrê de asê bibûn ji aliyê artêşa Libnanê ve hatine rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Libnanê ev 20 welatiyên Sûrî yên ku, bi qayiqekî xwestibûn behrê derbas bikin, qayîqa wan rastî kêşeyê hatiye û di nava behrê de asê mabûn û metirsiya xendiqînê li ser wan hebûye lewre artêşa Libnanê jî bilez bi hawara wan ve çûye û wan rizgar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin