Malikî: Rûsye gelek hevkariya Îraqê kir

dibêje balefirên cengî daye Îraqê.
کوردستان TV
100%

Di şerê DIŞI de balefirên cengî daye Îraqê.

Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî duhê bişev di hevpeyvînekê de ragihand ku, di şerê dijî DIŞI di sala 2014an de Rûsye gelek hevkariya Îraqê kiriye.

Malikî eşkere kiriye ku, di vê demê de Rûsye hem balefirên cengî yên sukhu û him jî cebelxane daye Îraqê.

Malikî qala vê yekê jî kiriye ku, Îran jî bi heman avayî 8 balefirên cengî yên Îraqî yên ku, beriya niha ketibûn destê Îranê nûjen kiriye û bi mebesta bikar anîna wan dijî DIŞIê ev balefirên han radestî hikûmeta Bexdayê kiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.