Îraq li ser sînorên xwe yên li gel Îranê rêkarên nû digire ber

projeya han ji deşta Mendeliyê destpê dike û digehêje Silêmanî jî.
کوردستان TV
100%

Biryar daye li ser sînorên xwe têl rakêşe.

Hikûmeta Îraqê piştî rakêşana dîwareke mezin û dirêj li ser sînorên xwe yên li gel Sûriyeyê vê carê jî vê li ser sînorên xwe yên li gel Îranê rêkarên ewlekariyê distîne.

Li gor çapemeniya Îraqî hikûmeta vê welatî biryar daye ku, li ser sînorên xwe y ên li gel Îranê bi taybetî yên di nava çol, deşt û newalan de têl rakêşe û pêşiya hatûçûyan bigire.

Bo vê yekê jî hikûmeta Îraqê niha li deşta Mendelî destpê kiriye û ev projeya han heta sînorên parêzgeha Silêmanî berdewam dibe.

Weke tê zanîn beriya niha Îraq li ser sînorên xwe yên li gel Sûriyeyê jî dîwareke mezin bi dirêjahiya 160km û bilindiya 3 metreyan ra kêşa bû.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.