Di 54mîn salvegera îmze kirina rêkeftinnameya 11ê Adarê de peyamek belav kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 54mîn salvegera îmze kirina rêkeftina 11Adarê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Em îro 54 saliya rêkeftina 11ê Adara 1970ê ku, di navbera hikûmeta Iraqê ya wê demê û Şoreşa Mezin ya Îlonê bi serokatiya Barzanî yê nemir da îmza kiribû, bi bîr tînin. Ev Rêkeftinname werçerxanek çarenivîsaz û yekem belgeya fermî bû di dîroka nûjen da. Ew berhema tekoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû ku, hikûmeta Iraqê neçar kir hindek mafên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike û bû bingehê hemû destkeftên gelê Kurdistanê yên paşerojê.
Bi vê minasebetê em dîroka pir bi êş û jan ya dewleta Iraqê bi bîra hemûyan tînin ku, lojîka hêz, fikir û siyaseta înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û pêkhateyên Iraqê bi giştî çi ziyan gihandiye welat? Poşmanbûna hikûmeta hîngê ya Iraqê ji rêkeftinê, şer, wêranî, karesat û nearamî ji bo Iraq û gelên wê bi berdewamî bi xwe ra aniye ku encamên wê heta îro jî berdewam in.
Bila em li Herêma Kurdistanê vê bîranînê bikin derfeta lihevtêgihiştina hevbeş a aliyên siyasî ji bo derbaskirina pirsgirêk û nakokiyan û bi hev ra rûbirûyê aloziyan bibin û destkeftan, mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê biparêzin. Li Iraqê jî divê ders û îbretan ji dîroka rabirdû a bi êş a welat werbigrin, destûrê bicîh bikin, sîstema federalî û mafên hemû gelan û pêkhateyên Iraqê biparêzin û bi nêrîneke hevbeş ber bi paşerojê gavan pavêjin.
Silav li bîranîna rêkeftinnameya 11ê Adarê û silav li giyanê şehîdan.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
11.03.2024
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin