15 dronên Hûsiyan hatin xistin

êrîşa berfire ya Hûsiyan hatiye pûçkirin.
کوردستان TV
100%

CENTCOM daxuyaniyek belav kir.

Îro şemî 9ê Adarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM jî tê nasîn daxuyaniyek derbarê rewşa deryaya sor de belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, îro şemî çekdarên hûsî yên li Yemenê bi piştîvaniya Îranê xwestin êrîşeke berfire bo ser çend keştiyan li deryaya sor pêk bînin lê hêzên deryayî yên Amerîkî û hevpeymanan karîne ev êrîşa han ya berfire pûç bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşekre kirin ku, hêzên Amerîkî û hevpeymanan karîne herî kêm 15 dronên hûsiyan û çend hajekên wan yên ku, ber bi çend keştiyan ve li deryaya sor hatibûn avêtin pûç bikin û bixin erdê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.