Suneyên Îraqê li ser Serokê parlementoyê lihev kirin

tê payîn di demeke nêz de parlementoya Îraqê bicive.
کوردستان TV
100%

Berbijêreke hevbeş diyarî kirine.

Piştî demeke dirêj ji hewldan û civînên bêencam, duhê suneyên Îraqê bo diyarî kirina berbijêrekî bo postê Serokê parlementoyê lihev kirin.

Li gor daxuyaniya ku, ji aliyê suneyên Îraqê ve hatiye belavkirin, di civîna duhê de aliyên sune lihev kirine ku, kesek bi navê Salim Meter Îsawî bo postê Serokatiya parlementoya Îraqê diyarî bikin.

Her sê aliyên sune hevpeymaniya Ezim, hizba Siyade û hevpeymaniya Hesim daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û li ser vê daxuyaniyê jî mor kirine û gotine Salim Meter berbijêrê hevbeş yê aliyên sune bo postê Serokatiya parlementoya Îraqê ye.

Weke tê zanîn Serokê berê yê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî di çarçoveya dozek ku, li dijî wî li ser gendeliyê hatibû vekirin ji kar hatibû avêtin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.